H’emû nûçeSereke

Welatê li ser xerîta dinîyaêyî biç’ûk bi guman berbi pêşer’ojê dinihêr’e:caba P’aşînyane hindava miqala Forbes-ê

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsara xweye derheqa miqala Forbsêye derheqa Ermenîstanê belav kirîye. Ewî h’îmlî daye dîyarkirinê: “Salên dirêj Ermenîstanê ce’dandinên xwe didane xebatê, ku goveka têxnologîya bide pêşxistinê, lê vî alîda piştî şorişa sala 2O18-a pêşk’eftinên r’ast destpê bûn. Ev welatê biç’ûkî li ser xerîta dinîyaê veşartî bi gumana berbi pêşer’ojê t’ijî bû”. Forbsê derheqa Ermenîstanêda nivîsîye:“Bi xêr hatî li ser r’îya têxnologîyaên h’emdinîyayî”, bi vê sernivîsarê 31-ê meha çile miqale derk’etîye.Ermenîstan û cime’ta ermenî bawarîya xwe li pêşer’ojê tînin, çimkî cime’ta ermenî pêşer’oja xwe çê dike”,- P’aşînyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button