H’emû nûçeSereke

Zordarî gerekê neyê mîyaserkirinê:P’aşînyan derheqa şeş konsênsûsên pêşnîyarkirîda bîr anîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan r’ûp’elê xweyî fêysbkêda nivîsara xwe hiştîye, bi k’îjanê şeş konsênsûsên ku ewî pêncê t’ebaxa sala 2O19-a li Stêp’anakêrtê pêşnîyar kiribûn, bîr anîye. Emê niha nivîsara serekwezîrê Ermenîstanê r’aberkin:

“Konsênsûs 1:zordarî gerekê ji nava h’elkirina pirseke ermenîye hundur’ bê derxistinê.

Konsênsûs 2:cime’t û û xwestina wêye aza kanîya sazkirina seroketîêye t’ek-t’enêye.Her cêr’ibandineke derk’etina dijî xwestina cime’tê gerekê çawa gaveke dijî dewletê, şuxulk’arîya dijî milet bê qebûlkirinê.

Konsênsûs 3: xweserk’arîkirina Ermenîstanê û Arsaxê, cime’ta ermenî qîmetîya  here bilinde, û ew h’emû qewat, yên ku wê bicêr’ibînin qewatên bîyanî t’evî h’elkirina pirsên hundur’ bikin, yên ku wê çawa wek’îlê berjewandîyên bîyanî li welêt pêşda bên, gerekê  r’astî h’ukumê cime’ta ermenî û h’ukumata Ermenîstanêye h’işk  bên.

Konsênsûs 4: Ermenîstan û Arsax gerekê ji r’uşetxwerinê dûr bimînin.H’emû nîşanên r’uşetxwerinê, nava wanda piştgirî, çetinayê ji alîyên wanda pêşda anî gerekê ji k’okêva bên r’akirinê. Zyana ku nava encamê şuxulk’arîya r’uşetxwerinêda pêşda hatîye, gerekê bê dasekinandinê.

Konsênsûs 5: wekehevtîya li ber qanûnê gerekê bibe girîngîya heleqetîyên hundur’. Heyîna wan meh’kema yên ku dik’evine bin h’ukumê der yan jî hundur’ bona bêqezîyabûna miletîyê qezîyaye.Li Ermenîstanê û Arsaxê meh’keme gerekê serbixwe bin.Nava êkonomîkayê, seyasetê û nava her goveke jîyana civakîda gerekê îzina şexs yan jî doranên cuda nedin.

Konsênsûs 6: konsênsûsa here sereke, meremê şuxulk’arîya hevr’axeberdanên bona h’elkirina pirsa Arsaxê gerekê bibine p’arastina encamên xweqirarbûna cime’ta Arsaxê û bêqezîyabûna wê. Her h’elkirineke pirsgirêkêye nava encamên hevr’axeberdanada dikarin t’enê li Ermenîstanê û Arsaxê bi qebûlkirina cime’tê çawa yên qebûlkirinê bên h’esabê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button