H’emû nûçeSereke
Li K’urdistanê civînên parlamêntê r’ûê koronavîrûsêda dane sekinandinê

Parlamênta K’urdistanê bona p’arastina ji koronavîrûsê h’emû civînên xwe dane sekinandinê.Derheqa wê yekêda parlamêntvanê K’urdistanê Seh’îd Mistefa wextê hevp’eyvîna t’evî Bas Nyûsê gotîye.Em bêjin,wekî h’ukumata Herêma K’urdistanê gavên anegor avîtine, ku li welêt koronavîrûs belav nebe û bo wê yekê jî mek’t’eb û zanko, usa jî t’eşkîldarîyên r’uh’anî dane sekinandinê.H’idûdê t’evî Îranê jî hatîye girtinê.H’etanî r’oja duh h’ukumata herêmê derheqa heyîna 13 nexweşada îzbat kirîye.Merivek ji wê nexweşîyê wefat bûye.







