SerekeSîyasî

Koalîsîyîona bi serk’arîya ŞAY ji baza xweye li R’ojavayê Îraqêye “Qaîm”-ê dûr dik’eve

Koalîsîyona navnet’ewîye bi serk’arîya ŞAY e’lam kirîye,wekî qewata wê ji baza “Qaîm”-ê, ya ku li provonsîya Îraqêye Ambarêye, derdik’eve.Gênêral Wînsênt Barkêr baza t’eslîmî dîvîzîya Îraqêye h’eyşta kirîye.Pêşda r’ojne’ma “Waşîngton post”-ê r’agîhandibû, wekî koalîsîya navnet’ewî eskerên xwe ji sê bazayên nemezine li Îraqê cîguhar’tî bazayên diha mezine li Îraqê, Sûrîyayê û K’ûvêyt’ê dike.Cîguhar’tina esker peyî wê yekêr’a destpê bû, wextê ku qewatên r’ezedilvanên Îranî çend cara êrîşên r’okêta birine li ser qewatên ŞAY û koalîsyîonê.Wextê êrîşa li ser baza “T’acî”-ê du leşkerên amêrîkî û yekî birîtanî hatibûne kuştiê, lê ji deha zêdetir meriv birîndar bibûn.Qewatên Îraqêye bêqezîyabûnê r’agîhandine,wekî wana ew baza piştî wê yekê qebûl kirîye,wextê ku qewatên koalîsîyona navnet’ewî bi têxnîka xweye leşkerîva ji wir derk’etine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button