SerekeSîyasî

K’urdên Sûrîyayê bang dikin ku civaka navnet’ewî bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê piştgirîyê bide

K’urdên Sûrîyayê berbir’î civaka navnet’ewî bûne bona ku piştgirîyê bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê bidine wan. “Sûrîya bakûr û r’ohilatê nava h’alekî bi qezîyadanin. Piştgirîya civaka navnet’ewî bo me pêwîste, lê me h’etanî niha t’u alîk’arî nestendîye”,-wek’îlê şêwira Sûrîyaêye Dêmokratîk Basam Sak’êr gotîye. Bi gotina wî li herêma wan mecala têstkirina meriva t’une, lê derheqa qenckirina wanda jî t’u gotin t’unene. Ewî usa jî şirove kirîye,wekî meriv li herêma wan nexweş dik’evin, lê qewilên doxtirîyêye baş jî t’unene. “Bê guman, koronavîrûs nava meda heye, lê mecala me t’une, ku em wê yekê kontrolkin.Eva t’enê pirsa we’deye,wextê ku h’al wê werguhêzî trêgêdîya massayî bibe. Piştgirîya navnet’ewî bo me pêwîste.Heger em piştgirîya navnet’ewî nestînin, nava wanda usa jî têstên kontrolkirina nexweşîyê, Sûrîya bakûr û r’ohilatê wê bi t’emamî bih’edime”,-Sak’êr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button