H’emû nûçeSereke

Li Hewlêrê fabrîka bona çêkirina maska tê vekirinê

Nava r’ojên nêzîkda seroketîya cî plan kirîye, ku fabrîka mezine bona çêkirina maskên doxtirîyê li Hewlêrê bidine vekirinê.Nava e’lametîya fermîda hatîye gotinê,wekî serokê qeza Hewlêrê Firsed Sofî piştgirîya kampanîya doxtirîyêye Masks World-ê bi wî meremî stendîye û kampanîyayê zûtirekê fabrîka mezin li Hewlêrê veke.Hatîye r’agîhandinê,wekî fabrîkayê bi standartên navnet’ewî bixebite û ewê mehê deh mîlîyon maska çê bikin.Nava e’lametîyêda usa jî hatîye gotinê,wekî xêncî maska li fabrîkayê wê k’incên dorxtirîyê û eşîyaên doxtirîyêye mayîn çê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button