Aborî

Êkonomîka Ermenîstanê wê zû bê dasekinandinê: êkonomîzanê gurc

R’ûê zyana ji alîyê koronavîrûsêda pêşdahatî niha nava welatên vê herêmêda zyana here k’ifş gihîştîye Gurcistanê. Êkonomîzan bi dengên bilind dibêjin,wekî nava êkonomîka Gurcistanêda dak’etina k’ifş heye û pêr’a jî dicêr’bînin fe’m bikin, ku bona çi qîmetê larîyê gurca gelekî k’et. Hêza êkonomîka Gurcistanê bi sala ser hev tûrîzm bûye û welat gumana mezin tûrîzmêr’a dida girêdanê. Niha tûrîzm bi t’emamî sekinîye.Cîgirê sedirê merk’eza Gurcistanêye lêk’olînên êkonomîkî Nîka Şêngêlîya gotîye,wekî piştî derbazbûna vîrûsê hela wê du sala jî usa bimîne, çimkî merivê usa zû neyên. Feqet, bi gotina wî, Gurcistan gerekê mînanî Ermenîstanê derbazî pêşk’eftina êkonomîkî bibe. “K’etina bahê diramê ermenî gihîşte neh selefî, çimkî êkonomîka Ermenîstanê deranînêva girêdaîye. Nêzîkî 85 selefê eşîyayên dik’anên Ermenîstanêda yên li Ermenîstanê çêkirîne, yan jî bi matêrîyalên ji der anî hatine çêkirinê”,-Şêngêlîya gotîye û daye dîyarkirnê,wekî li Gurcistanê 2O selefê eşîyayên cî hene, yên mayîn ji der tên.K’etina bahê p’erê Gurcistanê da k’ifşê,wekî pêşk’eftina êkonomîkayê r’ast nîbû.Niha seroketîya dewletê bi şer’k’arîya dijî koronavîrûsê mijûle. Bi gotina Şêngêlîya krîzîs ji çar êtapaye:ji k’etinê, sekinandinê, dasekinandinê, pêşk’eftinê.Bi r’astî krîzîs hela hê ji salên 2OO7-2OO9-a destpê bû û dasekinandin hela hê neqewimîbû. “Em niha k’etine nava krîzîseke nû û derk’etina ji wê gelekî dijware”,-Şêngêlîya gotîye. Êkonomîzanê gurc difikire,wekî himberî Gurcistanê, êkonomîka Ermenîstanê dikare lez bê dasekinandinê, çimkî ew diha gelekî li ser senayê hatîye h’îmdnînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button