H’emû nûçe

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan cara sisîya têsta koronavîrûsê t’eslîm kirîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan cara sisîya têsta koronavîrûsê t’eslîm kirîye. Derheqa wê yekêda P’aşînyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda, bi weşana zindî gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî vê carê jî nexweşî li cem wî îzbat nebûye. Bi gotina P’aşînyan nivîsarên hinek meriva ew zendegirtî hiştine. “Eva fikirdarîya Sovyêtêye, wextê ku difikirîn,wekî dersdar r’anazê, yan jî naçe tûalêtê”,- ewî gotîye.Bi gotina P’aşînyan tiştekî xirab qewimîye,lê ew yek ne ku derheq vîdêoyêdane, lê derheqa kirina wan merivada, yên ku ew vîdêyo belav kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button