SerekeSîyasî

Serk’arîkirina eskerê Îraqê gerekê derbazî destê k’urdabe: parlamêntvan

Parlamêntvanê ji partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Nasir Herikî banga Herêma K’urdistanêye kirîye ku h’ukumî li ser Beg’dayê bikin bona ku wek’îlê k’urda çawa serokê ştaba eskerên Îraqê k’ifşkin. “Posta serokê ştabê ya k’urdaye û h’ukumata k’urda gerekê her’axeberdanên t’evî Beg’dayê wê yekê r’aberke û bêje,wekî wê postê gerekê paşda bidine k’urda”,-parlamêntvan gotîye.Ev qanûn piştî k’etina r’êjîma BAAS-ê hatibû qebûlkirinê. Piştî wê yekê wextê ku serokê ştabê Osman Hanimî çawa wezîrê k’arên hundur’ hate hilbijartinê, Mistefa K’azimîyê serekwezîr Abdûla Emîr R’eşîd Yarala we’delû qulixa serokê ştabêda k’ifş kir. R’ola Yaralaye nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-da berbiç’e’v bûye.Nevsên îraqî û k’urde fermî, zûva wê yekêr’a qayîl bûne wekî wê postêda gerekê k’urd cîyê xwe bigre.Piştî k’etina r’êjîma BAAS-ê, gênêral Babak’ir Zîbarî wê postêda bû û ewî h’etanî sala 2O15-a ew xebat mîyaser kir. Piştî sala 2O15-a t’u k’urdek wê postêda nîbûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button