Li Kurdistanê karantîna 72 sehetê hatiye elamkirinê

Hukumata herêma Kurdistanê êvara 18-ê gulanê karantîna 72 sehetê elam kiriye bona ku zêdebûna koronavîrûsê pêşda neçe. Xênjcî dermanxana, hemû dikan, sûk û firnên nan wê nava 72 sehetada girtî bimînin. Anegorî elametiya fermî, ya wezîreta karên hundur, hemû rêyên di navbera Hewlêrê, Silêmaniyê, Dihokê û Helebcê da wê ji 24-ê gulanê hetanî 1-ê hezîranê girtî bin. Çûyîn hatin tenê bona avtomaşînên komên doxtirîyê û yên hêzên bêqezyabûnê qedexe nine. Çûyîn hatina di navbera Kurdistanê û provînsîyayên Îraqêye mayînda wê ji 20-ê gulanê hetanî 1-ê hezîranê bêne qedexekirinê. Hemû fregeh û dergehên hidûd jî wê girtî bimînin. Ev gavên nû rûyê pêla koronavîrûsêye nûda hatine avîtin, ya ku li Silêmanîyê pêşda hatiye, li kîderê neh meriv nexweş ketine.