SerekeSîyasî

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk derheqa opêrasîyonên dijî DAÎŞ-ê eşkere kirine

Qulixdarîya prêssayê, ya hêzên Sûrîya Dêmokratîk bi hûrgilî derheqa wan opêrasîyonada daye eşkerekirinê, yên ku li Dêyr Zorê ji 11-a h’etanî 17-ê gulanê hatine mîyaserkirinê.Anegorî e’lametîya belavkirî, p’evçûyîn piştî êrîşa DAÎŞ-ye li bajar’ê Bûsêrayê qewimîye.Wextê wê opêrasîyonê du k’irêkirîyên DAÎŞ-ê hatine kuştinê, yekî xwe t’eqandîye, lê çar jî dîl k’etine.Şer’k’arên hêzên Sûrîya Dêmokratîk dest danîne li ser êp’êce sîlih’a.Wextê opêrasyîona li bajar’ê Daşîşê endamê DAÎŞ-yî ji T’irk’îyayê hatî xwe t’eqandîye. Lê wextê opêrasîyona li bajar’ê Şîhêlê endamekî DAÎŞ-ê hatîye kuştinê, lê sisê jî dîl k’etine. Yekî ji wê k’omê jî xwe t’eqandîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button