SerekeSîyasî

R’ojne’mevanê k’urd bona şandina p’eraye li h’ebsê bo hevalê xwe, hatîye girtinê

R’ojne’mevan R’ojhat Dog’rû li Amedê hatîye girtinê û ew nava têr’orîzmêda gunek’ar kirine.Ew bona wê yekê gunek’ar kirine,wekî ewî bo hevalê xweyî li h’ebsê p’ere şandine.R’oja înîyê bona lêpirsînê ew girtine û ew lêpirsîn ji sala 2O19-da destpê bûye.Kevanîya wî Sarya Dog’rûyê gotîye,wekî matêrîyalên lêpirsînê nayêne eşkerekirinê. R’ojnemevan pêşda birine beşa polîsîyaye dijî têr’orê, lê paşê îşê wî derbazî li meh’kemê kirine.Li meh’kemê îzina girtina wî dane û gotine ku ew giva ” t’eşkîleta têr’orîstîva girêdaîye”.Dog’rû bona wê yekê gunek’ar dikin, çimkî ewî du cara p’ere hevalê xwer’a şandîye, yê ku h’ebsêdane. Sibata sala 2O19-a ew aza berdane, lê wextê meh’kemê ew nava “sêparatîzmêda” gunek’ar kirine. Me’nîya girtina wî ew bûye, wextê ku ewî cotmeha sala 2O14-a li T’irk’îyayê şikilên p’evçûyîna k’işandibûn, wextê êrîşên DAÎŞ-ye li K’obanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button