H’emû nûçe

Ji Îranê r’ojê mîlîonek çarp’arsû mêtr gaz tê Ermenîstanê û diçe Îraqê

Wezîrê Îranêyî neftê Bîjan Namdar Zangane gotîye, wekî Îran r’ojê mîlîonek çarp’arsû mêtr gaz dide Ermenîstanê û Îraqê.Xêncî wê yekê hinek gaz di navbera Adirbêcanê û Nexçêvanêda tê p’evguhar’tinê.Anegorî malp’er’a wezîreta Îranêye neftê û gazê, Zangane daye dîyarkirinê,wekî t’abîya ŞAY-ye xebitandina sanksîyayên dijî Îranê şe’detîya barbarîya dijî merivatîyêye.”Heger li dinîyayê qeyde û qanûn hebûna, wî çaxî nevsên amêrîkîye r’esmî gerekê li ber cabdarîyê bisekinîyana”. Bi dîyarkirina wê yekê,wekî bêyî r’uh’ê cîhadîstîyê û xwep’êşk’êşkirinê nava qewilên vî cûr’eyîda meriv nikare senaya welête neftê kontrolke, Zangane gotîye: “H’emû beşên wezîreta neftê bi r’uh’ê wî cûr’eyîva dixebitin, bona ku h’ukumên sanksîyayên dijî cime’tê bidine kêmkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button