H’emû nûçeSereke

Mesîhî û t’irk’mên piştgirîya plana r’êformên h’ukumata Herêma K’urdistanê dikin

Mesîhî û t’irk’mênên K’urdistana Îraqê bona mîyaserkirina qanûna derheq r’êformêda pêşda tên.Derheqa wê yekêda parlamêntvanên wan gotine.Parlamênta K’urdistanê destpêka sala îsalin qanûna derheqa r’êformêda qebûl kir, ya ku ji alîyê h’ukumata Herêma K’urdistanêda hatibû pêşnîyarkirinê. Ew pr’oje paşê ji alîyê serokê K’urdistanêda hate qebûlkirinê û ev yek bû çawa gava e’wline berbi r’êforma.Parlamêntvana ji alîyê ola mesîhîyaye nava parlamênta K’urdistênda R’obîna Tîyarîyê gotîye,wekî mesîhî piştgirîya wê qanûnê dikin, çimkî serk’arîkirina baş ewana h’esab dikin çawa borcê miletîyê.Fikira wî cûr’eyî usa jî parlamêntvana ji alîyê partîya t’irk’mênada Sar’a Dilşadê e’lam kirîye. Ewê gotîye,wekî h’emû frak’sîyayên sîyasî gerekê bibin yek û piştgirîyê bidine r’êformê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button