SerekeSîyasî

Atmosifêra h’iznekirinê dîsa meriv da kuştinê:Karo Paylan derheqa xortê k’urdda

Parlamêntvanê T’irk’îyaêyî ji partîya Dêmokrasîya Gela Karo Paylan fikira xwe derheqa kuştina xortê k’urdî 2O salîda daye dîyarkirinê. “Atmosifêra h’iznekirinê dîsa jîyanek bir. Bariş Çak’an r’ûê r’asîzmêda hate kuştinê, çimkî ewî stiraneke k’urdî guhdar kiribû.Bona xirabk’arîyên li ser h’îmê h’iznekirinê, seroketîya dewletê bi sîyasîya xweye h’iznekirinêva cabdare. Li ŞAY bi xeberdana derheqa r’asîzmêda, nedîtina r’asîzmêye li welêt, sîyasîya dur’ûtîyêye”,-Karo P’aylan gotîye.Em bîr bînin,wekî 31-ê gulanê li Enqerê xortê k’urdî 2O salî bona guhdarkirina mûzîka k’urdî ji alîyê sê xirabk’arada hatibû kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button