H’emû nûçe

“K’omeke doxtirên ermenîyên amêrîkî wê bên Ermenîstanê”:Zarêh Sînanyan

Wek’îlê Ermenîstanêyî k’arên dîyasporayê Zarêh Sînanyan wextê prêss-konfêransê xebata ofîsêye çend meha, ya girêdayî h’alê r’ûê koronavîrûsêda pêşdahatî û derheqa heleqetîyên dîyasporayê û Ermenîstanêda r’aber kirîye. Ewî gotîye, ku ofîsa wan t’evî wezîreta saxlemîxweykirinê nava hevk’arîyêda bûye, daye zelalkirinê, ku Ermenîstan h’ewcê dem û dezgehên doxtirîyêye çi cûr’eîye. “Birêz Arsên T’orosyan û wezîret ce’dandinên mezin didine xebatê, bona ku ji nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê em bi zirara biç’ûk derk’evin.Ez gumanim,wekî em li ser r’êne”,-Zarêh Sînanyan gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî k’omeke doxtirên ermenîye ji Amêrîkayê hazir dibe ku bê Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button