Li Vîênayê h’alê sertî nava dîplomatîyêda, yê di navbera Avstrîyayê û T’irk’îyayêda girêdayî p’evçûyînên k’urda û t’irkar’a, berdewam dibe. Kasnlêrê Avstrîyayê Sêbastîyan Kûrs gotîye,wekî T’irk’îya t’oximê hevr’aqayîlnebûnê dir’eşîne.Ewî gotîye,wekî Avstrîyayêr’a lazime, ku T’irk’îyayê ji wê mecalê miqûf bihêle, ku ew h’ukumî li ser welatîyên Avstrîyayêye ji T’irk’îyayê neke.Kûrs daye dîyarkirinê,wekî bêt’erbyetîyên bi massayî, yên ku ji alîyê cahilên t’irkada, li Vîênayê hatibûne t’eşkîlkirinê, encamê wê yekêye wekî sîyasîya întêgrasîya r’ast nayê mîyaserkirinê, çimkî îzinê didine xelqê ji T’irk’îyayê hatî, ku ew bi cûr’ê xwe bijîn, bi t’irkî biaxivin û li dik’anên t’irka ariş-vêrişê bikin. Bi gotina kanslêr, hela hê çend sal pêşda ewî digot, wekî li Vîênayê meh’elên usa hene, li k’îderê cime’ta Avstrîyayêye cî xwe li mala xwe t’exmîn nake. Ewî gotîye,wekî gavên anegor gerekê bêne avîtinê, ku h’al bidine r’astkirinê. Serokê dewletê jî pêşnîyar kirîye, ku gerekê li T’irk’îyayê jî bêt’erbyetîyên wî cûr’eyî t’eşkîlkin.
Gotarên eynî
Komîsîya Avropayê wê piştgirîya 15 mîlyon yûro bide Ermenîstanê: qayîlnivîsara nû ya bona dîsa 15 mîlyon yûro têra tê dîtinê
19.04.2024, 11:45
Dîna Tîtûsê wextê gotûbêjkirina Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê dokûmênta derheqa sanksîyayên dijî Adirbêcanê raber bike
19.04.2024, 10:40
Frênk Paloûn bangî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye ku alîkarîya leşkerî bidine Ermenîstanê
19.04.2024, 09:35
Herwiha kontr’ol bike
Close - Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan ji me hemûyan mezintir e18.04.2024, 17:40