
69 endamên parlamênta Avropayê bi ne’ma vekirî berbir’î wek’îlê Yektîya Avropayêyî derecebilind Cozêpê Borêlî bûne.Nava ne’mêda derheqa cêrge pirsada, nava wanda usa jî opêrasîyonên T’irk’îyayêye leşkerîye li bakûrê Îraqê û Sûrîyayê, usa jî dewsa endamên partîya Dêmokrasîya Gela k’ifşkirina wek’îlên dewletê hatîye gotinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî dijî opozîsîya sîyasî r’êprêsîya hatine mîyaserkirinê, ji 65 şaredarîya 46 hatine zeftkirinê.Ne’mêda usa jî hatîye gotinê,wekî derbên avîyasîyone li başûrê K’urdistanê, ner’ih’etîyê pêşda tînin. “Kampanîya t’irkaye leşkerî li herêmê t’evlîhevbûnê pêşda tîne, pirsgirêkên hûmanîtarî dide k’ûrkirinê û mecala saz dike, ku k’oma DAÎŞ-ye têr’orîstî careke mayîn serî hilde.Xêncî wê yekê r’ûê bombebarandina, gelek meriv mecbûr dibin cîguhastîbin û ew dikarin bi mecbûrî derbazî welatên cînar û Avropayêbin.Lazime ku dijî r’êjîma Êrdog’an gavên anegor bên avîtinê.T’irk’îya endama NATO-ye, endama şêwira Avropayê û kandîdata endama nava Yektîya Avropayêdane. Komîsîya Avropayê gerekê van kirinên T’irk’îyayêr’a qayîl nebe, yên ku dijî h’emû normên dêmokratîkin û usa jî dijî mafê navnet’ewîne”,- nava ne’ma prlaêntvanên Avropayêda hatîye gotinê.