H’emû nûçe

Welatîyên Ermenîstanê dikarin bêyî vîza li 63 welata biqesidin

Hevaltîya Henley & Partners-ê îndêk’sa pasportên welatên cuda-cuda belav kirîye û nava wê navnîşêda pasportên ermenî cîyê 81-nin, t’evî pasportên Mong’olîyaê û Bênînê.Hatîye dîyarkirinê,wekî bona seferê pasportên here baş yên Yaponîyayêne. Mecala welatîyên Yaponîyayê heye ku îsal bêyî vîza li 191 welata biqesidin. Cîyê dudada pasporta Sîngapûrêye, welatîyên k’îjanê dikarin li 19O welata biqesidin. Cîyê sisîya Korêya Başûr û Almanîyane.Bi pasportên wan dikarin li 189 welata biqesidin.Welatîyên Fînlandîyayê dikarin li 188 welata biqesidin. Cîyê pêncada pasportên Danîyaê, Lyûk’sêmbûrgêne, yên ku dikarin her’in 188 welata. Pasportên R’ûsîyaê cîyê 51-nin.Welatîyên R’ûsîyayê sala 2O2O-î dikarin li 118 welata biqesidin. Cîyê dawîda Afg’anistane, welatîyên k’îjanê dikarin li 26 welata bêyî vîza biqesidin

Zêdetir nîşan bide
Back to top button