H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê sîlih’ê HAN-17 hindava t’abîyên ermenîya daye xebatê

Himberî r’ojên derbazbûyî, şeva 19-2O-ê tîrmehê li ser h’idûdê ermenîya-azêrîya, h’al e’dil bûye.Derheqa wê yekêda k’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê gotîye. ” Li ser beşên sînore cuda-cuda , azêrîya çend cara berbi t’abîyên ermenîya agir kirine û 137 fişek barandine.Li alîyê gundê Ç’ambarakê azêrîya sîlih’ê bi navê HAN-17, yê ku narincoka diavêje, daye xebatê.Alîyê ermenîya caba wê yekê daye û piştî wê yekê azêrîya xwe ker’ kirîye”,- Şûşan Stêp’anyanê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button