H’emû nûçeSereke
Fonda piştgirîya bo K’urdistanê alîk’arîya doxtirîyê şandîye R’ojavayê
Fonda piştgirîya bo K’urdistanê, ya ku îdî serê çar salaye ku li R’ûsîyayê dixebite, bi aktîvî piştgirîyê dide mihacira. R’oja îroyîn fonda piştgirîya bo K’urdistanê beşa alîk’arîya doxtirîyêye e’wlin şandîye Hîva Sore k’urdîr’a, ofîsa k’îjanê li neh’îya Amûdêye, li Qamişloyê. Nava wê alîk’arîyêda dû-derman û hinek tiştên mayîn hebûne, k’îjana bona alîk’arîya doxtirîyêye e’wlin didine xebatê. Ew derman wê li ser nexweşxana bêne p’aravekirinê û wê paşê belaş bidine welatîya û mihacira.