SerekeSîyasî

Salih’edîn Dêmîrt’aş û Fîgên Yûksêkdag’ wê h’ebsêda bimînin

Hevserokên partîya Dêmokrasîya Gelaye berê Fîgên Yûksêkdag’ û Salh’edîn Dêmîrt’aş wê dîsa h’ebsêda bimînin.R’oja duşemê meh’kema Enqerê prosêsa meh’kemê derbaz kir û qirara dijî azakirina herdu sîyasetmedara belav kir.H’etanî niha e’yan nîne, ku prosêsa meh’kemêye dijî Yûksêkdag’ê û Dêmîrt’aş wê k’engê destpêbe, çimkî qirara gunek’arkirinê hê hazir nîne.Fîgên Yûksêkdag’û Salh’edîn Dêmîrt’aş çarê mijdara sala 2O16-a hatine girtinê. Ew yek hema wî çaxî bû, wextê ku gelek endamên partîya wan t’evayî hatine girtinê. Îlona sala derbazbûyî, qirara derheqa girtina herdu şuxulk’arada hate guhar’tinê.Feqet, bi înîsîyatîva serokê T’irk’îyayê Êrdog’an qirareke nû, ya derheqa girtina wanda hate qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button