SerekeSîyasî

Komsîya ŞAY derheqa êrîşa T’irk’îyayêye nûda, ya li ser k’urdên Sûrîyayê, e’şaretîyê dide

Komîsîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye azaya navnet’ewîye dînî, e’şaretî daye,wekî T’irk’îya li ser sînorê t’evî Sûrîyayê qewata berev dike bona ku opêrasîyoneke leşkerîye nû dijî k’urdên Sûrîyayê mîyaserke.Du nevsên fermî, yên komîsîyayê e’şaretî dane, wekî T’irk’îya esker û têxnîka leşkerî li ser înor berev dike û têr’a divîne neh’îkê jî dagir bike, ya ku bin kontrola k’urdên Sûrîyayêdane. Komîsîyayê bangî Ştatên Yekbûyî kirîye, ku h’ukumî li ser Enqerê bikin bona ku ew eskerên xwe ji neh’îyên k’urdaye li Sûrîyayê derxin.Komîsîyayê usa jî hîvî ji serokê ŞAY Donald T’ramp’ û nevsên derecebilinde mayîn kirîye ku admînîstrasîya k’urdaye li bakûrê Sûrîyayê naskin, pêr’a jî bangî Waşîngtonê kirîye, ku p’êwendîyên xweye t’evî k’urdên Sûrîyayê berfirekin, bona ku gavên T’irk’îyayêye wî cûr’eyî bidine sekinandinê. Usa jî hatîye bangkirinê, ku Waşîngton k’urdên Sûrîyayê jî t’evî hevr’axeberdanên e’dil bike û hîvî ji T’irk’îyayê bike, ku ew eskerên xwe ji bakûrê Sûrîyayê derxe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button