SerekeSîyasî

Li Wanê xebatk’arê polîsîyayê agir kirîye û xortekî 15 salî birîndar kirîye

Polîsîya t’irka berbi k’omeke meriva agir kirîye, yên kö xortek ver’êyî eskerîyê dikirin. Ev yek li neh’îya Wanêye Arcîşê qewimîye. Nava encamên wê yekêda gule r’ûê xortekî k’etîye. Ew xort gîhandine nexweşxanê û niha h’alê wî başe. Hersal polîsîya t’irka dibe me’nîya kuştina merivên bêsûc, lê xebatk’arên polîsîyayê t’u cara li ber meh’kemê nasekinin. T’eşkîletên mafp’arêz gelek cara bona vê yekê protêsto dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button