Dudê t’ebaxê T’irk’îyayê fir’înên teyaraye berbi Îraqê h’etanî yekê îlonê daye sekinandinê, bona ku pêşîya belavbûna koronavîrûsê bigre. Nava e’lametîya seroketîya Îraqêye avîyasîyayêda hatîye gotinê,wekî ev qirar anegorî de’wek’arîya wezîreta T’irk’îyayêye saxlemîxweykirinê hatîye qebûlkirinê, çimkî li Îraqê hejmara nexweşa dîsa zêde dibe. 17-ê adarê Bexdayê qirar kir, fir’înên navnet’ewî bide sekinandinê. 23-ê tîrmehê ew fir’în hatibûne dasekinandinê.R’oja îroyîn h’ejmara nexweşên bi koronavîrûsê li Îraqê ji 129 h’ezara zêdetire, lê li T’irk’îyayê ji 231 h’ezarî zêdetire.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close