SerekeSîyasî

Merivekî 46 salî li Wanê ji alîyê leşkerên t’irkada hatîye kuştinê

Îbrahîm Bayk’ar ji gundê Çîlîya Jor, li neh’îya Çaldiranêye li provînsîya Wanê bû. Ev bûyara tragîk êvara sêşemê qewimîye.Bi gotina endamên malbeta Îbrahîm, cinyazê wî çend seh’eta usa mabû, h’etanî ku wek’îlên polîsîyayê ew birine. Li Wanê ji alîyê eskerê t’irkada kuştina meriva bûye tiştekî normal.Du h’evtê pêşda xortekî 15 salî dabûne ber gula.Malbeta wî gazî ambûlansê kiribû û ew birine nexweşxana Wanê. Niha bona jîyana wî t’u qezîya t’une. Nîveka h’ezîranê jî xortekî 2O salî Êmrah Gyûr ji alîyê leşkerên t’irkada hatibû kuştinê. Leşkera usa jî hespê wî xistibûn. Êmrah şivantî dikir û t’evî wî şivanekî başqe jî birîndar bûye. Meha gulanê jî t’ucarekî ji bajar’ê Îranêyî Xoyê ji alîyê leşkerên t’irkada hatibû kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button