SerekeSîyasî

Li Bexdayê protêstoyên dijî h’ukumatê careke mayîn destpê bûne

Protêstokirên dijî h’ukumatê, careke mayîn derk’etine soqaqên Bexdayê û bajar’ên Îraqêye mayîn.Ew dîsa de’wa milahîmkirina qewilên civakî dikin.Hatîye r’agîhandinê, wekî protêstokir li ber avayê seroketîya Bexdayê berev dibin, hinek r’ê û p’irayên li neh’îyên Bexdayêye mayîn digrin.Anegorî me’lûmetîyên stendî, de’wek’arîyên wan girêdayîne qewilên komûnal, bi t’aybetî dayîna ênêrgîya êlêktrîkîva, k’îjan diha gelekî xirav bûye, nenihêr’î wê yekê,wekî li Îraqê niha gelekî germe. Protêstokirinên wî cûr’eyî usa jî li provînsîya Dî-Karê derbaz bûne, li k’îderê protêstokira de’w kirine ku seroketîya cî ji qulixê derk’eve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button