SerekeSîyasî

T’irk’îya r’exnekirina Baydêne hindava Êrdog’anda gunek’ar dike

R’oja yekşemê T’irk’îyayê gotinên kandîdatê serokê ŞAY-yî ji alîyê partîya Dêmokratîkda Co Baydên gunek’ar kirîye, yê ku serokê T’irk’îyayê Êrdog’an r’exne kiribû. Baydên ev şirovekirin meha k’anûnê dabû “Nyû York’ T’ayms”-ê, lê vîdêoya bo wê yekê, r’oja şemîyê hatîye r’aberkirinê. Bi dayîna caba pirsa derheqa Êrdog’anda, Baydên serokê T’irk’îyayê Êrdog’an û sîyasîya wîye hindava k’urdada r’exne kirîye û piştgirîya opozîsîya t’irka kirîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî ew piştgirîya opozîsîya T’irk’îyayê dike. Ewî gotîye,wekî lazime, ku opozîsîyayê h’işyarkin, ku ew h’emû tiştî hildine ser xwe û Êrdog’an alt’kin.Ewî daye dîyarkirinê,wekî wê yekê gerekê ne ku bi r’êya welger’ndina dewletê, lê bi prosêsa hilbijartina bikin. Ev şirovekirin r’êaksîya mezin nedan, wextê ku ew nivîsar ” Nyû York’ T’ayms”-da derk’etin, lê vîdêoya ku hate r’aberkirinê, r’êaksîyake mezin ji alîyê T’irk’îyêda pêşda anî. K’atibê pirêsayê, yê serokê T’irk’îyayê Îbrahîm K’alîn gotîye, wekî gotinên Co Baydên li ser dereca xwebilindgirtinê û dustandartê hatîye bingehkirinê. Hine nevsên r’esmî jî , yên ji partîyayên opozîsîyîon xwe ji gotinên Baydên dûr girtin û bang kirin, ku ew qedirê serbixwetîya T’irk’îyayê bigre.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button