SerekeSîyasî

Makron T’irk’îyayê çawa hevalk’ara be’h’ra Sipî h’esab nake

Wextê hevp’eyvîna xwe, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron daye dîyarkiriê,wekî ew naxweze T’irk’îyayê h’esabke çawa hevalk’ara Fransîyayêye li be’h’ra Sipî. “Ez mecbûrim bêjim, wekî T’irk’îya ne hevalk’ara meye, ya li herêma be’h’ra Sipî. T’irk’îya hevk’ara NATO-ye, lê ewê tiştên qebûlnekirinê bin ala NATO-da mîyaser kirine.Enqerê t’evî h’ukumata Lîbîyayêye miletîyê qayîlnivîsar îmze kirîye, ya ku mafê Yûnanistanêye qanûnî dit’er’ibîne. T’irk’îya xebatên lêk’olînî li zona Qibrisêye êkonomîkî mîyaser dike û provokasîya çê dike, yên ku ne layîqî welatê mezinin”.Bi gotina Makron li cem Avropayê “xetên sor” hene: qedirgirtina serbixwetîya welatên avropî, xweykirina mafê navnet’ewî û gunek’arkirina gavên yekalî. “Em naxwezin h’al diha sertbe, lê ew yek nade k’ifşê, ku emê bêdengbin”,-lîdêrê Fransîyayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button