H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê t’evî t’e’lîmên bi navê “Kavkaz- 2O2O” bibe

P’areskerên Ermenîstanêye tanka û leşkera wê li cîyên t’e’lîmaye “Elegez”-ê û “Aşûlûk”-ê” t’evî t’e’lîma bibin. Bi gotina k’atiba prêssaye, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê, leşkerên ermenî wê li Ermenîstanê li cîyê t’elîmaye “Elegez”-ê, lê li R’ûsîyayê, li qeza Astraxanê, li “Aşûlûk”-ê t’evî t’e’lîmabin. R’ûsîyayê qulixçîyên leşkerî ji Ermenîstanê, Bêlar’ûsê, Çînistanê, Mîanmayê, Pakîstanê, Adirbêcanê û Îranê t’eglîf kirine.Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê R’ûsîyayêyî p’arastinê Alêk’sandr Fomîn gotîye. Pêşda wezîrê R’ûsîyayêyî p’arastinê Sêrgêy Şoygû gotibû, wekî neh welat wê t’evî wan t’e’lîmabin. T’e’lîm wê bi du êtapa derbazbin. Ewê ji 21-ê h’etanî 26-ê îlonê bêne derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button