H’emû nûçeSereke

Stêp’anakêrt: Adirbêcan h’embêza xwe vekirî têr’orîstên DAÎŞ-ê qebûl dike

Adirbêcan h’embêza xwe vekirî têr’orîstên DAÎŞ-ê qebûl dike, lê leşkerên azêrîya jî nava cêrgên başqeda t’e’lîmar’a derbaz dibin. Derheqa wê yekêda, wextê qisa t’evî News.am-ê, şêwirmendê serokê Arsaxê Davît’ Babayan gotîye û înformasîyayên azêrîyaye provokasîyon şirove kirîye, k’îjanada tê gotinê, wekî anegorî prêssa t’ika li Qerebag’ê p’areskerên k’urda hatine cîwarkirinê. Davît’ Babayan gotîye,wekî eva provokasîya înformasîyone bi sirêye, ya ku Adirbêcan her dem dide xebatê.Bi gotina Davît’ Babayan, alîyê sîyasîya der ewe, wekî Adirbêcan û T’irk’îya faktora k’urdîye li ser r’îya pant’ûrk’îzmê dijwarîya serekeye. “Vî alîda, xêncî faktora k’urdî, faktora ermenî jî r’ola xwe dilîze. Bi vê yekê ew dicêr’ibînin li ber dinîyayê bidine k’ifşê,wekî k’urd têr’orîstin û Qerebag’ jî têr’orîste. Feqet, alîyê azêrîya bîr dike, wekî înformasîyayên derheha wê yekêda hene ku têr’orîstên DAÎŞ-ê çi cûr’eyî li Adirbêcanê, piştî şer’ên li Îraqê û Sûrîyayê hatine qenckirinê û hêsa bûne. Ew yek niha jî berdewame. Bi seda welatîyên Adirbêcanê, qulixçîyên eskerên Adirbêcanê nava cêrgên DAÎŞ-da tên t’e’lîmkirinê. Evana înformasîyayên vekirîne û em gerekê van me’lûmetîya r’aberî sîstêmên cuda bikin”,-Davît’ Babayan gotîye. Çawa caba wê pirsê, ku T’irk’îyayê bi kirinên xweye nava t’opraxa xweda h’emû tiştî bide sînorkirinê, Davît’ Babayan gotîye,wekî li Îraqê h’ukumata herêmê qewîn dibe: van r’oja serokê K’urdistanê r’astî baylozê ŞAY-î hatîye û bayloz derheqa girîngîya k’urdaye nava k’arê qewînbûna li herêmê daye dîyarkirinê. “Ev h’emû tişt T’irk’îyayê dide h’işyarkirinê û ew ji nêzîkbûna ermenîya û k’urda ditirse.Ev yek careke mayîn dide k’ifşê,wekî em gerekê nava sîyasîya derda guhdarîyê bidine alîyê k’urda, nava wanda qewila sazkin bona bi k’ûrayî lêk’olînkirina k’urdî”,-Davît’ Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button