SerekeSîyasî

Li Sûrîyayê ç’ekdar hêzên xwe berev dikin û bona êrîşê xwe hazir dikin

Hatîye r’agîhandinê, wekî ji êvara duşemê destpêkirî, li Îdlîbê p’evçûyînên gur’ di navbera hêzên h’ukumata Sûrîyayê û k’omên t’irkada diqewimin.Xêncî wê yekê k’omên DAÎŞ-ê jî êrîşên xweye li ser eskerê h’ukumatê aktîv dikin.Merk’eza Sûrîyayêye mafên mêriv r’agîhandîye,wekî hêzên h’ukumatê neh’îyên Cabêl al- Zavîyêye li nêzîkî Îdlîbê didine ber derbên r’okêta. K’omên t’irka û k’irêkirîyên wana jî bi r’okêta derb gîhandine eskerên h’ukumata Sûrîyayê. Xêncî wê yekê, hatîye r’agîhandinê,wekî nava encamên êrîşên ç’ekdarên DAÎŞ-da, li R’eqayê h’evt leşkerên h’ukumata Sûrîyayê hatine kuştinê.Girêdayî wê yekêr’a, teyarên R’ûsîyayêye leşkerî li Dêyr Zorê û usa jî li H’elebê, Hamayê û R’eqayê derb gîhandine k’omên DAÎŞ-ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button