H’emû nûçeSereke

P’areskerên p’arastina Arsaxê bi komplêk’sa bi navê “Îgla” du h’elîk’op’t’êrên azêrîya xistine /vîdêyo/

Li alîyê Arsaxêyî r’ohilatê p’arekerên Arsaxê bi komplêk’sa “Îgla” du h’elîk’op’t’êrên azêrîya xistine.Derheqa wê yekêda k’atiba wezîreta p’arastinêye prêssayê Şûşan Stêp’anyanê nivîsîye.Em bîr bînin, wekî 27-ê îlonê şebeqê zû, Adirbêcanê şer’ê berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî înformasîyayên dawî, r’ûê agirkirinên azêrîyada 84 leşker û çar binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî zyana azêrîya usa geleke, ku nikarin himbrî ya ermenîya bikin. Anegorî înformasîyayên stendî, Adirbêcanê 5O-î aparatên bêpîlot /diron/, çar h’elîk’op’t’êr, 80 tank û têxnîka zirih’kirî, teyarek û 82 mecalên transportê unda kirine. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button