Adirbêcan derbazî êrîşê bûye: eskerê Arsaxê êrîşa dijmin dide sekinandinê

Wek’îlê wezîreta Arsaxêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan û berdewka wezîreta p’arastinê Şûşan Stêp’anyan nivîsarên nû fêysbûkêda belav kirine.Arsrûn Hovhannîsyan nivîsîye, wekî azêrîya hêzên xwe bi qewatên zêde t’am kirine. “Dijmin qewatên nû pêşda k’işandine, lê eskerên me berxudana mêrxasî dide k’ifşê”,-ewî nivîsîye.Em bêjin,wekî Hovhannîsyan pêşda e’lam kiribû, ku şev şer’ê gur’ qewimîye. Berdewka wezîretê jî Şûşan Stêp’anyanê nivîsîye, wekî li alîyên sînorê Arsaxêye bakûr, başûr şer’ên gur’ diqewimin. “Dijmin li van dera hêzên mezin dane merk’ezkirinê û derbazî êrîşê bûye. P’areskerên ermenî pêşdahatina dijmin didine sekinandinê û zyanke mezin dighînine wan”,-Stêp’anyanê nivîsîye.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî înformasîyayên stendî, r’ûê agirkirinên azêrîyada 158 leşker û h’evt binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 3OOO kuştî û 27OO birîndar hene. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê xistine. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.