Sereke

Meriv dikare li ser xwe guman bêje, wekî T’irk’îya têr’orîsta li Qerebag’ê jî dide xebatê: Esed

Serokê Sûrîyayê Beşer Esed, wextê hevp’eyvîna t’evî RÎA Novostîyê caba pirsa Spûtnîkê daye û gotîye, wekî şikberî t’une ku Enqere têr’orîsta li Qerebag’ê dide xebatê. “Em dikarin wê yekê îzbatkin, lê ne ku bi wê me’nîyê, wekî şe’detîyên me hene, lê dikarin bêjin, wekî wextê şe’detî jî t’unene, çimkî tiştên eşkere hene. T’irk’îyaye li Sûrîyayê têr’orîstên ji welatên cuda-cuda dida xebatê. Ew mêt’od ewî usa li Lîbîyayê didane xebatê û têr’orîst ji Sûrîyayê dişandine wir, diqewime ji welatên başqe jî”,- Esed gotîye. Bi gotina wî, wekî Enqere wan mêt’oda li Qerebag’ê jî dide xebatê, şikberî t’une. “Ev yek nêzîkî aqilaye, çimkî çawa ku min got, hema T’irk’îyayê ev pirsgirêk pêşda anîye û ev de’w û doz destpê kirîye: T’irk’îyayê piştgirîya vê yekê kirîye. T’irk’îya dixweze bihîje tiştekî û hazir dibe wan mêt’oda bide xebatê.Em dikarin li ser xwe guman bêjin, wekî li Qerebag’ê ew têr’orîstên ji Sûrîyayê û ji welatên mayîn anî, didine xebatê”,-Esed gotîye. Hê pêşda be’s belav bibûn ,wekî li Qerebag’ê 93 k’irêkirîyên ji Sûrîyayê hatî, hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button