SerekeSîyasî

Eskerê Adrbêcanê û Elîyêv wê hê ji alîyê ermenîya agirbestê hîvî bikin

Parlamêntvana Ermenîstanê, ya ji fraksîya «Gava min», azêrîzan Tatêvîk Hayrapêtyan hêvîdar e ku eskerê azêrîya û serokê Adrbêcanê Îlham Elîyêv wê ji alyê ermenîya agirbestê hîvî bikin. Derheqa vê yekê da Hayrapêtyanê wextê civîna parlamêntê gotiye. “Niha, dema ku wezîrê Tirkîyayê yê karên der li Bekûyê ye, Bekûyê elam kir, wekî opêrasyonên leşkerîye berfireh, yên dijî binecîhên sîvîle li Arsaxê, berdewam in. Ev yek careke mayîn şedetîyê dide ku Enqera fermî Bekûyê berbi berdewama opêrasyonên leşkerî def dide.Çaûşoglû zelal gotiye ku agirbest bêfeyda ye û kemala wê jî tune. Ew yek, ku esekrê Adrbêcanê û Elîyêv bi xwe wê ji alîyê ermenîya agirbestê hîvî bikin, ji gotûbêjkirina der e. Ew yek jî, ku em roja îroyîn dijî eskerê Adrbêcanê şer dikin, yê ku her dem bin ketîye û bin dikeve, nikare bi fikireke duem be”,-Hayrapêtyanê gotiye. Parlamêntvanê gotiye, ku civaka navnetewî careke mayîn tê li ser wê fikirê, wekî nava vî şerî da gilî derheqa mafê jîyanê da ye, usa jî şerkarîya dijî têrorîsta, ên ku piştgirîyê ji alîyê Tirkîayê da distînin. «Tirkîya gerekê ji derfeta rola nava pirsa Arsaxê der bimîne, û tenê bi wê yekê mecalê hebe qewînbûna herêmê bidine çareserkirinê»,- Tatêvîk Hayrapêtyanê gotiye.

Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Gund û bajarên Arsaxê topbaran dikin, nava wan da usa jî Stêpanakêrt û Şûşî. Anegorî hesabên şeşê cotmehê, seheta O9:OO, rûyê agirkirinên azêrîya da 240 leşker û rezedilvan, 21 binelîyên sîvîl bûne cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button