Sereke

Nivêr Ananyan: ew ketîye tabîya dijmin û dokûmêntên derheqa sura leşkerîda anîne

Lêytênant Nivêr Ananyan, layîqî mêdala bi navê “Bona qehremanîyê” bûye.Ew ketîye tabîya dijmin û wextê opêrasîyona mexsûs xerîte, dokûmêntên derheqa sura leşkerîda anîne.Kapîtan Garêgîn Sargsyan jî layîqî wê mêdalê bûye bona sekinandina dijmin, wextê ku ewî pirsê înjênêrîyê hel kirine. Hûnan Gasparyan, Narêk Abrahamyan û Narêk Gêvorgyan jî layîqî wê mêdalê bûne, yên ku li ser dûraya 29OO mêtrî, tankên dijmin şewitandine û tiştên kardar kirine.Kirinên mêrxasîyêye wî cûreyî bi hemû alîyên xeta pêşin berdewam dibin. Derheqa wê yekêda eskerê parastina Arsaxê rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button