Sereke

Tirkîya ji 4OO-î zêdetir koma têrorîsta hazir dike bo ku bişîne Adirbêcanê

Van rojên nêzîkda, Tirkîya ji 4OO-î zêdetir têrorîstên ji Sûrîyayê hazir dike ku bişîne Adirbêcanê.Derheqa wê yekêda cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan, li ser hîmê kanîya înformasîyone ji Sûrîyayê, elam kirîye.”Anegorî înformasîya teşkîleta mafên mêrive li Sûrîyayê, Tirkîya hazir dibe ji 4OO-î zêdetir çekdarên ji Sûrîyayê bişîne Adirbêcanê”,-Avînyan daye dîyarkirinê.Teşkîletê daye dîyarkirinê,wekî Tirkîya berevkirina çekdara û şandina wane Adirbêcanê berdewam dike, lê ew yek himberî bûyarên Lîbîyayê usa hêsa pêşda naçe, çimkî gelek bi menîyên cuda-cuda naxwezin herine Adirbêcanê.Teşkîletê nivîsîye, wekî hejmara çekdarên ji Sûrîyayê li Adirbêcanê gihîştîye 145O-î û serda zêde kirîye, wekî hukumata Tirkîyayê gelek kirêkirîya cîguhastî dike, dide telîmkirinê û paşê dişîne Adirbêcanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button