Sereke

Adirbêcanê careke mayîn derheqa tunebûna hazirîya xweda da dîyarkirinê:wezîreta karên der

17-ê cotmehê wezîretên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der bi elametîya tevayîva pêşda hatin û derheqa agirbesta hûmanîtarîda elam kirin, ya ku bi saya cedandinên hemsedirên koma Mînskê û usa jî serokê Fransîyayê hate destanînê. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirîye.
Nava elametîyêda hîmlî hatîye gotinê:
“Feqet, mîna cara pêşda, Adirbêcanê careke mayîn nehazirîya xweye bona agirbesta hûmanîtarî da kifşê.Wekîlên seroketîya Adirbêcanê elametî belav kirin, wekî Adirbêcanê hetanî “dawîya serkeftinê” opêrasîyona nede sekinandinê. Elametîyên wî cûreyî li Tirkîyayê jî hatine belavkirinê.Piştî elamkirina agirbestê, piştî çend deqa, hêzên Adirbêcanê dîsa opêrasîyonên şêr destpê kirine û şebeqa 18-ê cotmehê, opêrasîyona berfire destpê kirine.Eva pevketina cara dudaye, kîjanê Adirbêcan nikare mîyaserke û bi wê yekêva tevayî civaka navnetewî dike nava şaşîyê, berê ewlin welatên hemsedirên koma Mînskê.Em li ser wê tabîyêne, ku pirsgirêkê bi rîya hevraxeberdana helkin. Bi xweykirina pevketinên destanî, Komara Ermenîstanê îzinê dide xwe, ku hemû gavên pêwîst bêne avîtinê, bona ku helkirina pirsgirêkêye bi rîya leşkerî ya ku armanca Adirbêcanêye, bê înkarkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button