Sereke

Komeke têrorîstaye nû ji Sûrîyayê cîguhastî zona dew û doza Qerebagê bûye

Înîya derbazbûyî ji Sûrîyayê ji hezarî zêdetir çekdarên kirêkirî cîguhastî Qerebagê kirine.Derheqa wê yekêda RÎA Novostîyê ragîhandîye. “Nava rojên nêzîkda hazir dibin komeke başqe jî bişînin”,-misiletçîyê tevî ajansê gotîye.
Hê pêşda serokê Sûrîyayê Başar Esed wextê hevpeyvîna tevî ajansê gotibû, wekî Tirkîya têrorîstên ji Sûrîyayê û ji welatên herêmêye mayîn bona piştgirîya Bekûyê dide xebatê.
Serokê qulixdarîya Rûsîyayêye cesûsîya der Sêrgêy Narîşkîn jî elam kiribû, wekî kirêkirîyên teşkîletên têrorîstîye li Rohilata Navîn, cîguhastî zona dew û dozê dikin û gilî derheqa bi seda hela bi hezara êkstrêmîstadane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button