Sereke

Çend komên Adirbêcanêye dîvêrsyon cêribandine derbazî alîyê tabîyên me bibin: Arsrûn Hovhanîsyan

Wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan duh êvarê halê li deşta şêr raber kirîye. Ewî gotîye wekî rojekê pêşîya wê şer li alîyê başûr û bakûr hebûne, lê niha jî îdî alîyê navîn jî hebûye.
“Li alîyê navîn çend komên dîvêrsîyon cêribandine derbazî alîyê tabîyên me bin û pêşda bilivin.Piştî derbên artîlêrîya me ew paşda revîne.Ew hîmlî bêyî têknîka zirihkirî bûne”,- ewî gotîye.
Li bakûr jî hêzên Adirbêcanê çend cara cêribandin kirine û ew jî ji alîyê hêzên ermenîda hatine paşdadayînê, wextê kîjana dijmin zyanê ketîye. Li alîyê başûr jî şer berdewam kirîye. Bi gotina Hovhannîsyan, li wir tê bêjî şer derbazî alîyê çemê Erez bûye. “Tu kes mîlîmêtrekî pêşda nehatîye.Ew hatine paşdadayînê û zyanê ketine”,-ewî gotîye.Wekîlê wezîretê gotîye, wekî şer berdewam dibin, lê ew niha usa gur nînin, çiqas rojên derbazbûyî bûn.Wextê wan şera hîmlî artîlêrîya tê xebitandinê, têknîka zirihkirî hindik e, gelek komên dîvêrsyon tên xebitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button