Sereke

Bin hukumê dermanên narkotîkda: şedetîya hazirîya çekdarên kirêkirî /vîdêyo/

Eskerê parastina Arsaxê vîdêyo belav kirîye, ya ku şedetîya hazirîya têrorîstên kirêkirîye li zona dew û doza Qerebagê dide.Vê vîdêyoyêda têrorîstên kirêkirî li beşa şerê arsaxîya-azêrîyaye başûr-rohilatê ne.Vîdêyoyêda tê kifşê, wekî li vir ji 2O-î zêdetir çekdar hene.Guhdarî tê danînê li ser fesala wan.Ew bi cûrê nefemdarî paşda û pêşda diçin û tên.Hatîye dîyarkirinê, wekî ew bin hukumê dermanên narkotîkdanin.
“Qnûnên şerkarîyêye prîmîtîv nayêyne kifşê”, -vîdêyoêda hatîy dîyarkirinê.Cîyekî mayînda tê kifşê, wekî têrorîstên kirêkirî usa pêşda diçin, ku tê bêjî derketine gerê.Usa jî dîyare, wekî kincên wan jî ne yên leşkerên azêrîyane, ew guhdarîyê nadine ser hevalên xweye birîndar jî.Yê birîndar ketîye, hêvîya alîkarîyê dike, lê yê mayîn hinek dûr disekine, tiştekî dibêje û pêşda diçe û guh nade hevalê xwe.Vîdêyoyêda hatîye gotinê,wekî ev hemû têrorîst ji alîyê pareskerên Arsaxêda hatine tunekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button