Sereke

Komên dîvêrsîyon niha jî dicêribînin bikevine cîha:Arsrûn Hovhannîsyan

Hêzên azêrîya bi dirêjaya temamîya hidûdên Arsaxê du opêrasîyonên êrîşkirinê berdewam kirine. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhanîsyan gotîye. Bi gotina wî çawa li alîyê bakûr, usa jî li alîyê başûr û bi merkezî ew opêrasîyon aktîv bûne.
“Li alîyê merkezêva opêrasîyonên leşkerî berbi gunda hatine mîyaserkirinê. Ew şer ji alîyê komên dîvêrsîyonda tên mîyaserkirinê û niha jî berdewamin”,-Hovhannîsyan gotîye. Bi gotina wî, opêrasîyonên komên dîvêrsîyon bona wê yekêne ku berê ewlin tevlîhevbûnê pêşda bînin.
“Komên Adirbêcanêye dîvêrsîyon dikevine gunda, gelek cara bona kişandina wêneya û tevlîhevbûnê çê dikin, mala dişewitînin, halekî neqanûnî saz dikin”,-Hovhanîsyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava halê wî cûreyîda, gerekê her dem hişyarbin. Hovhannîsyan daye bawarkirinê,wekî ew kom biçûkin û piştî êrîşekê ew direvin û wedekî dirêj paşda venagerine wan cîya.”Şedetîya wê yekê hema Hadrûte û dîsa bajarên mayînin.Vê stratêcîyê ewê bicêribînin li gelek cîya mîyaserkin,li kîderê mêşe û gelî hene.Ewê bicêribînin bêyî têknîka leşkerî û bêyî piştgirîya dirona bilivin”,-Hovhannîsyan gotîye û daye bawarkirinê, wekî ew kom rihet tên tunekirinê. Bi gotina wî, li alîyê başûr komên azêrîya cêribandine berbi rojavayê, usa jî berbi bakûr û bakûr-rojavayê bilivin. Hemû cêribandinên wane pêşdaçûyînê hatine sekinandinê, lê hinek cîya jî paşda hatine avîtinê.Bi gotina Hovhannîsyan opêrasîyonên leşkerî bi xebitandina artîlêrîyayê berdewam dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button