Sereke

Paşînyan qayîl e ku li Qerebagê aşîtîparêzên rûs bêne cîhwarkirinê

Bona derketina ji vî halî dikare bibe cîhwarkirina hêzên rûsaye aşîtîparêz. Fikira wî cûreyî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona hindîye WION-ê elam kirîye.
“Bi fikira me, civaka navnetewî, bi taybetî welatên hemsedirên koma Mînskê gerekê piştgirîyê bidin, ku li zona dew û dozê aşîtîparêzên rûs bêne cîhwarkirinê.Çimkî heger cûrekî mayînbe, bona sekinandina krîzîsa hûmanîtarî emê kirinên konkrêt nebînin”,-ewî gotîye.
Ewî gotîye,wekî hemsedirên koma Mînskê gerekê cedandinên xwe bikine yek ku pirs bê helkirinê,lê ne ku bi înîsîyatîvayên cuda-cuda pêşda bên.
“Ez difikirim, wekî nava vî halîda wê rast bibe ku hemsedirên koma Mînskê, ŞAY û Fransîya piştgirîyê bidine cedandinên Rûsîyayêye aşîtîhizîyê û ne ku bicêribînin înîsîyatîvayên aşîtîparêzîyêye cuda-cuda bidine kifşê. Rûsîya nêzîke û li herêmêye, gavên wêye konkrêt hene ku ew hukumê xwe bide kifşê”,- serekwezîr gotîye. Paşînyan usa jî daye dîyarkirinê, wekî nava şerê Qerebagêda ne tenê Adirbêcan, usa jî Tirkîya û têrorîstên ji Sûrîyayê anî ne, lê înformasîya hene, wekî ji Pakîstanê jî çekdar hene. Nava vî halîda bona ermenîyên Arsaxê rêyeke başqe tune û ew bi hemû mecalên xwe gerekê xwe biparêzin hetanî ku pirs bi rîya dîplomatî bê helkirinê.
” Tirkîya endama NATO-ê ye û ez difikirim, wekî ew kirên ku Tirkîya nava vî şerîda dike, hinek cabdarî dikeve li ser NATO-ê”,-Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye ku teşkîleta Human Rights Watch-ê daye dîyarkirinê, wekî li zona dew û doza Qerebagê ji alîyê Adirbêcanêda sîlihên qedexekirî tên xebitandinê. Paşînyan serda zêde kirîe, wekî wextê ku welatê NATO-ê nava vê şuxulkarîyêdane, kirêkrîya û têrorîsta cîguhastî nava zona dew û dozê dike, wî çaxî ew yek cabdarîya NATO-ê ye”.
“NATO gerekê bersiva van pirsa bide, ku ew çi cûreyî nêzîkî wê yekê dibe, dema ku welatê endamê NATO-ê,
1.Têrorîsta û kirêkrîya kirê dike û cîguhastî zona dew û dozê dike,
2.Tevî şuxulkarîke usa dibe, li kîderê sîlihên qedexekirî tên xebitandinê û li kîderê binelîyên edil didine ber rokêta”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button