Sereke

Elîyêv hazire bêyî tu qewil-qirara rastî Paşînyan bê

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam kirîye,wekî hazire bona hevraxeberdana li paytextê Rûsîyayê- Moskvayê rastî serekwezîrê Ermenîsîanê bê, lê şikbere ku Yêrêvan dikare gavên çêkirinê bona helkirina pirsgikêa Qerebagê biavêje. Derheq wê yekêda Întêrfaksê elam kirîye.
“Min dewatkirina wî cûreyî nestendîye.Ez gelek cara rastî serokên Adirbêcanê, Ermenîstanê û Rûsîyayê sêalî bûme, lê piştî hatina Paşînyan hevdîtinên wî cûreyî nebûne.Ev hevdîtin tevî serokên Ermenîstanêye berê bûne û ez tu cara ji wan hevdîtina paşda nesekinîme”,-Elîyêv gotîye.Elîyêy daye dîyarkirinê,wekî wan hevdîtina çawa yên pozîtîv hesab dike, çimkî Rûsîya çawa hemsedira koma Mînskê rola mexsûs nava helkirina pirsgirkêda dilîze.
“Pêwendîyên Rûsîyayêye six her dem çawa tevî Ermenîstanê usa jî tevî Adirbêcanê hebûne û roja îroyîn ji alîyê sîyasî û u konomîkîda jî, Rûsîya bi aktîvî tevî Adirbêcanê û Ermenîstanê hevkarîyê dike.Piranîya wan hevdîtina li Rûsîyayê derbaz bûne, lê hêna Paşînyanda hevdîtinên wî cûreyî tunebûne.Ez nizanim niha ewê bi çiqasîva kadarbin… Lê heger pêşnîyara wî cûreyî hebe, emê lê binihêrin”,-ewî gotîye.
Serokê Adirbêcanê elam kirîye,wekî hazire here Moskvayê bona hevraxeberdanên tevî serekwezîrê Ermenîstanê, lê bêyî tu qewil-qirara.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button