Sereke

Hêzên Adrbêcanê li Arsaxê xirabkarîyên leşkerî mîyaser kirine: parêzerê mafên mêriv

Hêzên Adrbêcanê li Arsaxê xirabkarîyên leşkerî mîyaser kirine.Xirabkarîyên dijî merivatîyê ji alîyê wan da dijî binelîyên Arsaxê û Ermenîstanê hatine kirinê. Bi silhên qedexekirî gund û bajar, baxçên zaroka û mekteb, merkezên ruhanî û çandî hatine wêrankirinê. Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan gotîye.
“Dijî welatîyên me zêrandin û barbarî hatine mîyaserkirinê, tenê bo wê yekê ku ew bi êtnîkî ermenî ne. Û ew yek wana bi sînîzmê û bi mêtodên têrorîstî kirine.
Sîasîya paqkijkirinên êtnîkî û komkujîyê, bi rêberîya hiznekirinê û dijminatîyê, hatîye mîyaserkirinê. Em borcdarin bi xebata xwe pirsên cabdarîyê, yên bona van barbarîya, bighînin heya dawîyê.
Niha jî, bi mecalên parêzerê Ermenîstanêyî mafê mêriv, ew xebat berdewam dibin, gerekê qet rojekî, qet sehetekî jî nesekinin”,- Tatoyan daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button