Sereke

Ara Ayvazyan bona gihîştina helkirina dew-dozê 4 gav dane dîyarkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan, wextê civîna şêwira wezîra, ya Organîzeya Hevkarî û Bêqezyabûna Avropayê, wextê axaftina xwe daye dîyarkirinê, wekî bona helkirina pirsgirêka Qerebagê û îzbatkirina aşîtîya qewîn û wededirêj çi gerekê bê kirinê. Anegorî elametîya wezîreta karên der, Ayvazyan 4 gav dane dîyarkirinê:
• Statûsa Qerebagê, li ser bingeha mîyaserkirina mafê xweqirarbûnê,
Bêqezyabûna cimeta Arsaxê,
• Ji alîyê Adrbêcanêda dêokûpasîyakirina axa Arsaxê,
• Paşdahatina bêqezîya, ya cimeta ku van axirîya cihşihitî bûye,
• Parastina ew mîrasa ermenîye çandî û ruhanî, ya ku ketiye bin kontrola Adrbêcanê.
“Feqet, pevguhartina dîlaye bi prînsîba “hemû dewsa hemûya” û paşdadayîna cinyaza gerekê lez bê kirinê. Elametîya 9-ê mijdarêye sêalî helkirina pirsgirêka Qerebagêye sîasîye dawî nîne. Tenê helkirina sîyasî û hevraxeberdankirî, ya ku wê qedirê hemû mafa bigre, dikare aşîtîyê û lihevhatinê bîne herêma Qafkasîya Başûr”,-Ayvazyan gotîye.
Bi gotina wî, bona gihîştina wê armancê, Tirkîya gerekê ji sîasîya xweye tevlîhevkirinê û ji her kirinekê paşda bisekine, ya ku dikare hal diha gelekî bide sertkirinê. Ayvazyan gotîye, wekî ew elametîya serokên dêlêgasîyayên welatên hemsedirên koma Mînskê baş qîmet dike, ya ku careke mayîn yekîtîya wan, ya bona helkirina pirsê, dide kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button