Sereke

Li Arsaxê wê hilbijartinên ji wede zûtir derbazbin, tevî kîjana ezê nebim:Arayîk Harûtyûnyan

Serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyn elam kirîye,wekî ew ji nava seyasetîyê derdikeve.
“Nava wedê anegorda li Arsaxê wê hilbijartinên ji wede zûtir bêne teşkîlkirinê, wextê kîjana ezê kandîdatîya xwe pêşda nekişînim û ezê ji seyasetîyê derkevim”,-Arayîk Harûtyûnyan gotîye.
Em bêjin,wekî destpêkêda Arayîk Harûtyûnyan derheqa dûrketina xweda wa nivîsîbû: “Bi femdarîya wê yekê, wekî rûyê şêrda fikir û beşera civakî hatîye guhartinê, minê bixwesta bida dîyarkirinê, wekî ez hazirim hema wextê mecala ewlin ji qulixê dûrkevim, dema ku Komara Arsaxê bona hilbijartinên nû hazirbe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button