Sereke

Dew-doza Qerebagê pirsgirêka diha girane:Pûtîn

Ji alîyê hiqûqîya navnetewîda halê dora Qerebagê giran e.Derheqa wê yekêda serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wextê prêss-konfêransê gotîye.Bi gotina wî, ji alîyê hiqûqîya navnetewîda ew beşa Adirbêcanêye, xêncî wê yekê Ermenîstanê serbesîya Qerebagê nas nekirîye.
“Lê hal diha girane, ne ku xalê normatîv. Koka dew-dozê ya êtnîkîye, ya ku hê ji Sûmgaîtê destpê bûye, lê paşê cîguhastî Qerebagê bûye. Li vir rastîya her alîkî jî heye. Ermenîyên Qerebagê wededa sîlih hildane ku jîyan û hurmeta xwe biparêzin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button