SerekeSîyasî

Heger dawetnameyek hebe, ez ê biçim, ez wê dawetnamê red nakim: Paşînyan li ser serdana xwe ya li Rûsyayê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan ragîhandîye ku di derbarê serdana Rûsyayê de lihevkirinek hebû, lê gerekê vexwendine ji bo serdanê hebe. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Paşînyan  derheqa wê yekêda di civîna bi rojnamevanan re gotîye, bersiva pirsa rojnamevanekî daye ka gelo ew ê di dema nêzîk de serdana Rûsyayê bike û bi serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn re bicive.

Paşînyan gotîye: “Der barê serdana Rûsyayê lihevkirinek hebû, lê gerekê vexwendin ji bo çûyîna min hebe.Heger vexwendin hebe, ez ê herim, ez ê bê guman wê vexwendinê red nekim” .

Paşînyan îhtîmala hevdîtina pêşerojê bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re ragîhandîye.9 ê nîsanê axaftina bi rojnamevanan re, ewî destnîşan kirîye ku hevdîtina bi Pûtîn re wê di nîvê hezîranêye duyemîn de pêk bê. Serokwezîr her wiha gotîye ku têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de di qonaxeke veguhêrîneke avakar de ne û alîyê ermenî wê ji mentîqa dîyaloga dostîyê dûr nekeve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button